PeyamaKurd – Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê ji îro pê ve vedigere xizmetê.
Li gor Wezîrê Veguhestinê yê Sûriyê Zuhêr Xuzeym ji ajansa “SANA” re da zanîn, karên çakkirinê li balafirxaneyê bi dawî dibin û hemû balafir dikarin ji roja Pêncşemê ve dest bi geştên xwe bikin.
Xuzeym eşkere kir, balafirxane wê bi hemû hêza xwe ji bo xizmetkirina rêwiyan û kompaniyên kargêr kar bike, piştî ku çakkirina ziyanên mezin li balafirxaneyê bi dawî hatin ku di encama êrîşa vê dawiyê ya Israîlî de ew ziyanên mezin gihîştibûnê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 10ê Hezîranê Îsraîlê baregehên Hizbullaha Lubnanî û mîlîşyayên Îranî li Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê kiribûn armanc û ziyaneke mezin gihîştibûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin