Balyozê Rûsyayê yê Kurdistanê sipasiya xwe ji bo hukumeta Kurdistanê kir

Balyozê Rûsyayê yê Kurdistanê sipasiya xwe ji bo hukumeta Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, balyozê Rûsyayê yê Iraqê Elbrus Kutrashev qebûl kir.

Karê balyozê Rûsyayê yê li Iraqê qediya û ji bo xatirê xwe bixwaze, seredana serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Di hevdîtinê de serokwezîr Barzanî li ser xebatên balyoz ku têkiliyên Rûsyayê bi Herêma Kurdistanê re pêşde bir, sipasiya balyoz Kutrashev kir û di karê wî yê nûh de, jê re serkeftinê xwest.

Balyozê Rûsyayê yê li Bexdayê behsa pêşdebirina girîngiya têkiliyên navbera Rûsyayê û Herêma Kurdistanê kir û ji bo karê xwe bi hêsanî bike, ji ber hukumeta Herêma Kurdistanê hevkariyê û koordînasyonê pê re kiriye, sipasiya Herêma Kurdistanê kir û xwest têkiliyên her dû terefan zêdetir pêşde here.

Di hevdîtina balyozê Rûsyayê yê Bexdayê ya bi Mesrûr Barzanî re de, balyozê Rûsyayê yê Erbîlê Maxim Rubin jî amade bû. Di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û herêmê jî axifîn.