Balyozê Vatîkanê ji ber rola wî spasiya Serok Barzanî kir

Balyozê Vatîkanê ji ber rola wî spasiya Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê li Selaheddîn pêşwaziya Balyozê Vatîkanê li Iraqê Alberto Ortega Martín kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand ku di hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê spasî rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li têkşikandina terorîstên DAIŞ kir û ragihand, "Ew ê Pêşmerge encam da karek bû ji bo hemû mirovayetiyê. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku li rojên teng da koçber û pêkhatên olî û neteweyiyan parast û dergehê ji bo wan vekirin."

Herwiha di hevdîtinê de, rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nerazîbûn û xwepêşandana xelkê li Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser rewayi ya daxwaziyên hemwelatiyan û xwepêşandana aştiyane kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku tundutîjî ji aliyê her aliyek bê kêşeyên Iraqê kûrtir dike.

Di beşeke din a hevdîtinê de jî pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê de hatin axaftin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin