Baregeha Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

Baregeha Barzanî peyameke serxwesiyê belav kir

PeyamaKurd - Baregaha Barzanî, îro Çarşemê 2yê Sibatê ji ber koça dawî ya pisporê yasanasiyê yê Iraqî Tariq Herb peyameke serxweşiyê belav kir.

Baregaha Barzanî, serxweşî li kesûkar û dostên Tariq Herb kir û hêviya aramiyê ji bo ruhê wî ji xwedayê mezin xwest.

Di peyama Baregaha Barzanî de hat gotin: “Çîna yasayî û mafperwer li Iraqê, bi koça dawî ya Tariq Herb ve yek ji endamê xwe yê herî diyar ji dest da.”

Parêzer û pisporê yasanasiyê yê Iraqî Tariq Herb, îro 2yê Sibatê li mala xwe ya li Bexdayê koça dawî kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin