Baregehên Îranê yên sînorê Herêma Kurdistanê hatin bombebaran kirin

Baregehên Îranê yên sînorê Herêma Kurdistanê hatin bombebaran kirin

PeyamaKurd - Li Qeladizê, balafirên şer baregehên leşkerî yên hêzên Îranê yên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, balafirên şer êrîşî baregehên hêzên Îranê yên li navçeya Cemaldîn a dikeve pişt navçeya Hêro bombaberan kir.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê Îsraîl-Amerîka û Îranê ve herî kêm navend û baregehên leşkerî yên li ser sînor hatine hedefgirtin. Heta niha zêdetir navenda bajarên wek Tehran û bajarên din hatibûn bombebaran kirin.