PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 4ê Nîsanê bi Şêwirmendê Wezareta Bergîriyê ya Brîtanyaya Mezin yê Rojhilata Navîn General John Lorimer û şanda pê re hevdîtinek pêkanî.
Balyozê Brîtanyayê li Iraqê John Wilkes jî di civînê de amade bû û pêşhatên dawî yên navçê û piştevaniya Brîtanya ji bo hêza Pêşmerge hatin guftûgokirin.
Mesrûr Barzanî rola hikûmet û şêwirmendên leşkerî yên Brîtanya di rahênankirin û yekxistina hêzên Pêşmerge de bilind nirxand û pêwîstiya karên cidî bo çareserkirina sedemên serîhildana teror û tudûtûjiyê anî ziman.
Şêwirmendê Wezareta Berîgiriyê yê Brîtanya bo Rojhilata Navîn John Lorimer jî destnîşan kir, welatê wî di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de bi rahênankirin û piştevanîkirina hêzên Pêşmege û Iraqê berdewam dibe ta serkeftina yekcarî bi ser terorê de pêk were.
Lorimer herwiha ji bo navçeyên ku tevegera DAIŞê lê heye girîngiya hevahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de bibîr xist.
Di hevdîtinê de, pêşhatên rewşa Sûriyê jî hatin guftûgo kirin û girêdayî wê babetê jî Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tekezî li ser diyalog, çareseriya siyasî û garantiya maf û ewlehiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê û bi taybetî gelê Kurd li wî welatî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin