Pêsmerge bo Xelata Nobelê ya 2018an namzet e

Pêsmerge bo Xelata Nobelê ya 2018an namzet e

Pêşmerge bo xelata Nobela sala 2018an namzet hat nîşandan. Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê û seranserê Iraqê li dijî terora DEAŞê şerên dijwar kiriye  û niha jî dike.

Bi sedema van kiryarên pêşmerge yên li dijî terorê  parlementerê Partiya Pêşkeftinê yê Norweçê Himanshu Gulati ku di eslê xwe de Hindû ye, pêşmerge bo Nobela sala 2018an namzet nîşan da û ev nîşandan bû fermî.

Gulatî ji bo mijara namzetiya pêşmerge weha ragihand: “Eger vê xelatê bistînin wê dinya bo bedela ku pêşmerge daye, li wan rêz bigre.”

Gulati niha parlementerê bajarê Stortingê ye Norweçê ye ku di sala 2017an de hatiye hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin