Li Îranê yekem car li ser 2 kesan vîrusa korona hat tesbît kirin

Li Îranê yekem car li ser 2 kesan vîrusa korona hat tesbît kirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Îranê ragihand ku li ser du kesan vîrûsa korona ya nû covid-19 peyde bûye û niha ew herdu kes di bin çavdêriyê de ne.

Berpirsê Navenda Kontrolkirina Nexweşiyên Epîdemîk li Wezareta Tenduristiya Îranê, Mihemed Mehdî Gûya da xuyakirin, piştî lêkolînên destpêkê, nexweşketina wan du kesan bi vîrûsa koronayê hatiye piştrastkirin û da zanîn, ew herdu welatî xelkê Îranê yê bajarê Qûmê ne.

Mihemed Mehdî Gûya gotiye, ew herdu kes di bin çavdêriyê de ne û Wezareta Tenduristiyê li ser sedemên nexweşketina wan lêkolînan dike.

Cara yekemîn e ku Îran bi fermî tûşîbûna du kesan bi vîrûsa koronayê radigihîne.

Heta niha ji ber vîrusa koronayê ku li Çînê derketiye bêhtirî 2 hezar kesan mirine û li 25 welatan jî belavbûna wê vîrusê hatiye tesbît kirin.

Herî dawî Neteweyên Yekbûyî metirsiya belavbûna wê vîrusê li welatên di warê tenduristiyê de zêde pêş neketine de dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin