PeyamaKurd - Sekreterê encumena wezîran ya Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm, hişyarî da wan kesên ku guh nadin ferman û tedbîrên hikûmetê yên li hember belavbûna vîrusa koronayê û got, kî wan tedbîr û fermanan binpê bike dê bi tundî were sizadan.
Zêdetirî hefteyekê ye hikûmeta Kurdistanê, ji bona ku vîrusa koronayê zêdetir belav nebe, him li nav bajar û bajarokan de him jî di navbera bajaran de hatin û çûn qedexe kiriye. Lê hîn hinek sistatî û xemsarî di bicîhanîna wan tedbîran de tê dîtin.
Sekreterê encumena wezîran Amanc Rehîm li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kiriye û bi tundî kesên ku serpêçiyê dikin, hişyar kiriye.
Amanc Rehîm li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand, li gorî qanûnê ew kesên ku tedbîr û fermanên tenduristiyê yên li hember belavnebûna vîrusa koronayê bicih neyînin û bibin sebeba mirina kesekî dê wek “qatil” bên hesibandin û sizadan!
Sekreterê encumena wezîran herwiha bang li wan kesên ku bi qaçaxî ji Îranê yan jî ji derve vegeriyane û neketine qerentînê jî kir di demek kurt de teslîmî tîmên tenduristiyê bibin da ku bên piştkinînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin