PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema salvegera 59 emîn şoreşa êlûnê peyamekî belav kir. Barzanî ragihand ku şoreşa êlûnê di bin pêşewatiya nemir Mele Mistefa Barzanî de bi desteka pêşmergeyan çêbûye, şoreşa êlûnê di şertên zor de bo îspata hebûna Kurdan û bo mafên xwe bidest bixin hatiye kirin.
Barzanî got ku ji deverên Kurdistanê yên cuda, ji ol, mezheb û neteweyên cuda xelk di bin sîwana şoreşa êlûnê de civiyane û şoreşa êlûnê bigeha destkeftiyên di peyde ye. Dersa ku divê ji şoreşa êlûnê bêsitendin, bo bigihên heman armancê, divê tevegera bi hevre hebe û şoreşa êlûnê bo kesên ku azadiyê dixwazin, dibistenakiye.
Şoreşa êlûnê di 11 ê êlûna sala 1961an de destpêkiribû û şoreş ji Zaxoyê heya Xaneqînê belav bûbû. Di sala 1970an de bi peymana 11 ê adarê, gelek mafên Kurdistanê hatibûn bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin