PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraqê Bexdayê de, ligel Serokê Encumena Dadweriyê ya Bilind a Iraqê Fayeq Zêdan civiya.
Di civînê de girîngiya serbixwebûna dadweriyê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî û Fayeq Zêdan tekez kirin ku serbixwebûna desthilata dadweriyê bingeha sereke ya parastina saziyên dewletê û mafên welatiyan e. Barzanî rola Fayeq Zêdan di parastina aramiya siyasî û çareserkirina nakokiyên navbera aliyan de bilind nirxand.
Her du alî hevnêrîn bûn ku ji bo parastina berjewendiyên bilind ên niştimanî, divê desthilata dadwerî dûrî bandorên siyasî bimîne û wekî garantorek ji bo hemû pêkhateyên Iraqê kar bike.
Di civînê de heriwah hat destnîşankirin ku karkirina di çarçoveya destûrê de "tekane rê" ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Aliyan diyar kirin ku serweriya yasayê parastina mafên yasayî yên hemû pêkhateyan û qewareya federalî û destûrî ya Herêma Kurdistanê garantî dike.
Herwiha, tekezî li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiya di navbera saziyên dadwerî yên federal û yên Herêma Kurdistanê de hate kirin daku dozên darayî û yasayî bi awayekî adil werin çareserkirin.