Blinken ji Îran û Hizbullahê re name sand

Blinken ji Îran û Hizbullahê re name sand

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Antony Blinken bang li Îran û Hizbullaha Lubnanê kir ku ji ber kuştina Haniye û Fuad Şukur bi rêbaza tolhildanê tevnegerin.

Kanala CNNê, li ser zarê hin jêderên dîplomasiyê ragihand ku Wezîrê Derve yê DYAyê Anthony Blinken bi rêya Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Derve Şêx Mihemed Bin Abdurrahman Al Sanî nameyek ji rayedarên Îranî û Hizbullaha Lubnanê re şandiye.

Li gorî nûçeya CNNê, Blinken di nameyê de bang li Îran û Hizbullaha Lubnanê kiriye ku ji ber kuştina Serokê Siyasî yê Hemasê Îsmaîl Haniye û Fermandarê Hizbullahê Fuad Şukûr, li dijî Îsraîlê bi rêbaza tolhildanê tevnegerin.

Di nûçeya rojnameya New York Timesê de jî hate angaştin ku rêberê olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaneyî piştî ku Îsraîl li Tehranê serokê baskê siyasî yê Hemasê Îsmaîl Heniye kuşt, fermana hêrişeke rasterast a li dijî Îsraîlê daye.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Xamineyî duh danê sibê di Civîna Lijneya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ya ku di bin serokatiya wî da bi lezgînî hat lidarxistin û çend saet piştî kuştina Îsmaîl Heniye fermana mijara gotinê da û hat destnîşankirin ku Xamineyî fermana leşkerî daye. Rayedar ji bo tolhildana kuştina Haniye rasterast li Îsraîlê bixin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin