PeyamaKurd – Parlamentoya Iraqê pêşnûmeya nû ya hilbijartinan pesend kir û bû qanûn.
Di daxuyaniya nivîskî ya Parlamentoya Iraqê de hat ragihandin ku di rûniştinê de qanûna nû ya hilbijartinê bi piraniya dengan hat qebûlkirin.
Cîgirê Serokê Parlamentoyê Şaxewan Ebdullah di daxuyaniyekê de ragihand, “Hemû astengên li pêşiya hilbijartinan li parêzgeha Kerkûkê hatin rakirin û di hilbijartinan de ku piştî sala 2003an yekem car tê lidarxistin, serjimêriya sala 1957an ji bo diyarkirina dengderan esas tê girtin. Herwiha Sergeran ku piştî sala 1957an bi Kerkûkê ve girêdayî bû, wê careke din tevlî bajêr bibe û mafê wan ê dengdanê hebe.
Şaxewan Ebdullah diyar kir, kesên ku di sala 1957an de ji Kerkûkê koç kirine, cihê wan li bajarekî din e, lê beriya sala 2003ê li Kerkûkê bi cih bûne, bi şertê ku formên Kerkûkê hebin jî, mafê dengdanê heye.
Abdullah eşkere kir, kesên di çarçoveya polîtîkaya Erebkirinê de hatine Kerkûkê nikarin li bajêr dengê xwe bidin.
Bi yasaya nû ya hilbijartinê re, wê ji pergala "pir qad" vegere pergala "lîsteya girtî û yek herêm".
Pergala “pir qad” li Iraqê yekem car di hilbijartinên 10ê Cotmeha 2021ê de hat pêkanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin