PeyamaKurd- Di pêvajoya vegerandina kontrolê ya li ser sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) de ku ji bo pêşîgirtina li koçberiya qaçax a li Almanyayê berdewam dikin; hat diyarkirin ku ji ber zêdebûna hejmara penaberan, rayedarên Almanyayê nîgeran in.
Li gorî hat ragihandin, di nîvê yekem a îsal de zêdetirî 162 hezar kesan ji bo mafê penaberiyê serî li rayedarên Almanyayê dane û ev yek jî bûye sedem ku nerehetî zêde bibe.
Li gorî daneyên fermî, di navbera Çile û Hezîrana îsal de 162 hezar û 271 kesan ji bo penaberiyê serî li Almanya dane ku 27 hezar û 310 jê Afxanî, 24 hezar jî Suriyeyî û 19 hezar û 208 jî Tirk in. Hat diyarkirin ku ev reqem di heman heyama par de 84 hezar û 583 bûye û zêdebûna hejmaran derket ji % 77,5an.
Di heman serdemê de rêjeya penaberên Suriyê ji % 77, rêjeya Afxaniyan ji % 80 û rêjeya Tirkan jî ji % 209 zêde bûye.
Di dema ku tê gotin ku rêveberiyên herêmî di peydakirina cih de zehmetiyan dikişînin û rastgiriya populîst a li dijî Almanyayê ji ber ku Partiya Alternatîf a (AfD) rêjeya dengên xwe zêde kir, hin siyasetmedarên muhafazakar CDU/CSU dest bi sînorkirina mafên penaberiyê yên takekesî û zêdekirina kontrolên li ser sînorên Almanyayê yên bi welatên din re kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin