Trump: Lêpirsîna Mueller hewla derbê bû

Trump: Lêpirsîna Mueller hewla derbê bû

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump ragihand ku lêpirsîna dozgerê xwedî erka taybet ya Robert Mueller, weka derbeyekî binavkir. Trump berya here Teksasê li baxçê Qesra Sipî bersiva pirsên rojnamevanan da. Trump li ser pirsa encama lêpirsîna Rûsyayê got ku ew hêj rapora dozger Mueller nexwendiye û pê jî eleqedar nabe. Trump weha got:

“Min rapora Mueller nexwendiye. Ji xwe bi Rûsyayê re ti têkiliyekî an hevkariyekî bi dizî tine ye. Min qezenc kir. Herkes vêya dizane. Kes li ber edaletê rê negirtiye. Min raporê nexwendiye û ne xema min e. Ez di vê lêpirsînê de bi temamî paqij derketim. Ew lêpirsîna derbeyî bû. Ne qanûniye. Ew îxanet bû.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin