PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li taxa el-Sabra a başûrê Xezzeyê de, berpirsê buroya siyasî yê Eniya Demokratîk a Rizgariya Filîstînê Talal Ebu Zerîfe hatiye kuştin.
Li gorî çavkaniyên Filîstînê, di êrîşê de mala Zerîfe hatiye hedefgirtin û di encamê de ji bilî wî herî kêm 3 kesên din jî hatine kuştin.
Rêxistina Filîstînî piştrast kiriye ku Ebu Zerîfe yê di berxwedana dijî Îsraîlê de li Xezeyê çalak bû ligel hevrêyê xwe Mehmûd Hemamî di wê êrîşê de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin