Rusyayê, S-300an ji Suriyeyê birin Kirimê

Rusyayê, S-300an ji Suriyeyê birin Kirimê

PeyamaKurd- Artêşa Rusyayê, ji bo ku hêza xwe ya li Ukraynayê xurttir bike, pergalên parastina hewayî yên S-300an, ji Suriyeyê vekişandin û li Kirimê bi cih kirin.

Li gorî nûçeya Reutersê, rayedarên Rusyayê; pergalên parastina hewayî yên beriya niha li bajarê Masyafê yê Suriyeyê bi cih kiribûn, ji wê derê vekişandine û ji bo di şerê li dijî Ukraynayê de bi kar bînin, li Kirimê bi cih kirine.

Di nûçeyê de tê gotin ku “Ev veguhestin, dibe nîşaneya êrîşên hefteyên dawî yên Rusyayê ku li Ukraynayê dibe sedema zerar û ziyanên mezin.”

Heta niha di derbarê mijarê de ji aliyê rayedarên Wezareta Berevaniya Rusyayê ve agahiyek nehatiye dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin