Medya tirk guh neda qedexeyê û encamên nefremî  belav kirin...

Medya tirk guh neda qedexeyê û encamên nefremî  belav kirin...

PeyamaKurd - Televizyon û malperên medyaya serdest a bi ser AKPê ve beriya ku qedexeya ser belavkirina encamên dengdanê rabe dest bi weşanê kirin.

Televizyonê wekî CNN Turk, NTV, Haberturk, A Haber, 24TV û malperên rojnameyên Yeni Şafak, Hurriyet, Sozcu û gelek dezgehên din ên medyayî tevî ku qedexe li demjimêr 21ê radibe jî dest bi weşandina encamên sindoqên hatine vekirin kirin.

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) derbarê wan dezgehên medyayî de gilî li Saziya Bilind a Radoya û Televizyonan (TRUK) kir ku bên cezakirin.

Hêjayî gotinê ye niha Ajansa Anadol (AA) ya fermî li Tirkiyê dengên hatine jimartin belav dike ku hîn rêjeyeke sedî 12ê sindoqên seranserê Tirkiyê hatine vekirin.

Li gor encamên nefermî yên medya tirk dide, li Enqerê tifaqa CHPê li pêş e, li Stenbolê jî tenê ji sedî 0,4ê sindoqan hatine vekirin ku rêjeya dengên AKP û CHPê niha nêzîkî hev xuya dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin