Manastira Sumelayê pistî 4 salan bo ziyaretvanan tê vekirin

Manastira Sumelayê pistî 4 salan bo ziyaretvanan tê vekirin

PeyamaKurd- Li qerexê Behra Reş, li bajarê Trabzonê manastira bi nav û deng ya bi navê Sumelayê piştî 4 salan dê roja şemiyê bo ziyaretvanan bê vekirin.

Xebata nûkirina manastirê hindik maye ku biqede. Beşa ewilî ya heya hewşa ewilî dê bo ziyaretvanan bê vekirin. Manastir niha di nava mîratên UNESCO yê de, di ya demkî de ye. Ciyê perestgeha Sumelayê gelek bilinde û bo xwe parastinê di dema avakirinê de li ciyekî asê hatiye avakirin.

Di nava mansatirê de beşên xizmetguzariyê, mêvanxane, metbex û 72 ode hene. Tê gotin ku sedsala 13an de hatiye avakirin lê dibe ev tarîx kevintir be. Ev manstir berê did estê Pontûs rûman de bû û piştî komara Tirkiyê hat damezrandin di destê komara Tirkiyê de ma.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin