Serokwezîr Barzanî, meytê ciwanê Kurd vegerand Herêma Kurdistanê

Serokwezîr Barzanî, meytê ciwanê Kurd vegerand Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo ku meytê ciwanê Kurd ê li Îranê hatibû kuştin vegerînin Herêma Kurdistanê, erk dabû qadên pêwîst û hat diyarkirin ku meytê ciwanê Kurd li herêmê hatiye vegerandin.

Li ser mijarê, ji aliyê Parêzgariya paytexta Herêma Kurdistanê ya Hewlêrê ve daxuyaniyek hat dayîn û hat diyarkirin ku

“Îro danê sibehê, 9ê Mijdara 2022an, li ser erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, meytê xwendekarê Kurd Beşar Fayîq ê ku li Ehwaza Îranê bi kêran hatibû kuştin, ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.

Li deriyê bajarê Hewlêrê, meytê ciwanê Kurd ji aliyê Şêwirmendê Serokwezîr Dr. Karzan û Rêveberê Giştî yê Wezareta Xwendina Bilind Dr. Yasîn Salih ve hat pêşwazîkirin û ber bi navçeya Berderaşî ya parêzgeha Duhokê ve hat birêkirin.”

Beşar Fayîq Bergareyî yê xwendekarê Zanîngeha Şapûr a bajarê Ehwazê ya Îranê bû, di şeva 4ê Mijdarê de rastî êrişeke bi kêran hatibû û duh jî ji ber birînên xwe yên giran, canê xwe ji dest dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin