Amerîka: Demokrasiya xwe hêzdar bikin!

Amerîka: Demokrasiya xwe hêzdar bikin!

PeyamaKurd- Piştî Hilbijartina Serokomarî û parlamentoyê ya Tirkiyê ya 24ê Hezîranê bi encam bû, cara pêşî ji Amerîkayê daxuyaniyek hat: Demokrasiya xwe hêzdar bikin.

Li gorî nûçeya “Dengê Amerîkayê” Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders duh di derbarê hilbijartina li Tirkiyê de ji çapemeniyê re daxuyaniyek da. Sanders got ku em li Tirkiyê hêzdarkirina demokrasiyê destek dikin. Em dixwazin ku em û Tirkiye pirsgirêkên di navbera xwe de çareser bikin.

Ji xeynî vê jî Sanders got ku em dixebitin ku Serok Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan li ser telefonê axaftinekê bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin