PeyamaKurd – Îranê stalayta Rûsî “Hayyam” ji Bingeha Fezayê ya Baykonur Kazaxistanê firand fezayê.
Li gor hat ragihandin, Îranê bi vê stalaytê re 16 stalaytên biçûk ên Rûsî jî firandiye fezayê. Hat zanîn ku stalayta “Hayyam” wê ji bo çevderîkirina pirsgirêkên çandinî, madenvanî û jîngehê bê bi kar anîn.
Di daxuyaniya Ajansa Fezayê ya Îranê de hat gotin, stalayta ku bi kamerayên qelîta dîtina wan baş hatiye tewizandin, wê ji bo çavderîkirina derdorî bê bi kar anîn û wê bi tevahî di kontrola Îranê de bimîne.
Beriya niha hat îddiakirin ku wê ev stalayta ji aliyê Rûsya ve di şerê Ukrayna de bê bi kar anîn.
Hefteya borî di nûçeya rojnameya Washington Postê de ku disipart rayedarên ewlehiyê yên Rojavayî hat eşkerekirin, hatibû îddiakirin “wê ev stalayta ji aliyê Rûsya ve di şerê Ukrayna de bê bi kar anîn.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin