Wezîfeya Mîsyona Alîkariyê ya ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê salekê hat dirêjkirin

Wezîfeya Mîsyona Alîkariyê ya ya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê salekê hat dirêjkirin

PeyamaKurd Wezîfeya Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê (UNAMI) salekê hat dirêjkirin.

Nûnertiya Daîmî ya Îngiltereyê ya li Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de li ser vê biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Biryara bi yekdengî piştevaniya Encûmenê ya ji bo wezîfeya alîkariyê, aramiya demdirêj a Iraq û gelê wê nîşan dide."

UNAMI ku erkê wê alîkariya hikûmetê ye, di pêşketin û avadankirina Iraqê de û herwiha dabînkirina ewlehiyê, erkê wê ye ku çavdêriya binpêkirinên mafên mirovan li Iraqê bike.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin