PeyamaKurd- Neteweyên Hevgirtî bang li Iraqê kir ku bo rêz li xwepêşandanên aştiyane yên ku endîşeyên xelkê nîşan didin bike. Bang ji aliyê temsîlkarê Iraqê yê Neteweyên Hevgirtî Jan Kubis de hat kirin.
Kubis xwest ku hukumeta Iraqê rêz li xwepêşandanên bo başkirina şertên jiyanê bigre û endîşeyên xelkê ji ortê rake. Kubid di beyana xwe ya nivîskî de got ku divê siyasetmedarên Iraqê bo geşepêdana aboriyê, îstîhdam û xizmeta giştî bêkirin, divê reform bên kirin û bi gendeliyê re têkoşîn bê dayîn.
Kubid got ku ew ji şiddeta xwepêşandanên bo kêmasiyên av û elektrîkê, bêkarî, gendeliya di dezgeyên dewletê de, ji kuştina hêzên asayîşê û xwepêşandêran, ji birîndariyê, ji xerabkirina mulkiyeta taybet û giştî xemgînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin