Konsûlxaneya Amerîka Cejna Newrozê bi peyamekê pîroz kir

Konsûlxaneya Amerîka Cejna Newrozê bi peyamekê pîroz kir

PeyamaKurd - Konsûlxaneya giştî ya Amerîka li Hewlêrê, Cejna Newrozê li gelê kurd û hemû gelên ku şahîya Newrozê dikin pîroz kir.

Konsûlxaneya giştî ya Amerîka ya li Herêma Kurdistanê, li ser medya civakî peyamek belav kir û tê de Cejna Newrozê pîroz kir.

Di peyamê de cejna Newrozê li gelê kurd û hemû gelên ku Newrozê pîroz dikin, hat pîrozkirin û hêviya Newrozeke xweş û bextewer ji her kesî re hat xwestin.

Konsûlxaneya Amerîka got, sala nû ya kurdî ku bi cejna Newrozê dest pê dike, dema wê ye ku mirov bi hêvî û geşbînî li paşerojê binêre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin