PeyamaKurd – Li kêlgeha petrolê Bay Hesen ya li Kerkûkê, DAIŞê dîsa êrîşek pêk anî, polîsek kuşt û yekî din jî birîndar kir.
Li gor çavkaniyên xwecîhî, îro berbangê hejmarek ji çekdarên DAIŞê êrîşî ser kêlgeha Bay Hesen li bakurê rojavayê Kerkûkê kir û di encamê de polîsek hat kuştin û yekî din jî birîndar bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha çend caran êrîşî ser kêlgeha Bay Hesenê kiribûn û bîrên petrolê teqandibûn, di encamê de jî hinaredekirina petrolê jî dihat rawestandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin