PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî bi telefonê bi hevre axifîn. Her dû teref li ser mijarên ewlekariyê, hevkariyê, ewlekariya herêmê û têkiliyên duqolî axifîn.
Li gor ragihandina baregeha serokwezîrtiya Iraqê; her dû alî cejna hev pîroz kirin û hêviya îstîqrara herêmê kirin. Kazimî daxwaza dewama îstîqrara Tirkiyê kir.
Erdoğan û Kazimî xwestin ku her dû dewlet têkiliyên xwe bipêşbixin, weka du cîran têkiliyan wan baş bin, berjewendiyên her dû aliyan bidin ber çav û behsa îstîqrara herêmê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin