PeyamaKurd- Li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê 5 kesên ku bi sedema Kovid-19 ê tedawî dibûn baş bûn û çûn mala xwe. Rêvebirê karên tenduristiyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Muhammed got ku ew 5 nexweş bi temamî baş bûne û piştî testên wan negatîv derketine, wan şandine malên wan.
Muhammed ragihand ku heya niha li Hewlêrê 194 kes baş bûne û sipasiya xwe bo xebatkarên tenduristiyê kir. Niha di nexweşxaneyên Kurdistanê de 20 nexweşên Kovid-19 ê hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin