Biden ferman da ku alîkariya Afxanistanê bikin

Biden ferman da ku alîkariya Afxanistanê bikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê netewî yê dewleta Amerîkayê Jake Sullivan bi nivîskî ragihand ku li ser çêbûna erdheja Afxanistanê ya bi dereca 6,1 ê, serokê Amerîkayê Joe Biden fermanê daye ku alîkariya Afxanistanê bikin. Di erdheja Afxanistanê de herî kêm hezar kes mirin.

Sullivan ragihand ku serokê Amerîkayê Biden ji bo xelkê Afxanistanê sersaxiyê daye û weha got:

“Serok Biden pêşdeçûnan dişopîne. Ji bo Ajansa Navdewletî ya Geşepêdanê ya Amerîka USAID û hevparên hukumetê yên federal ji bo alîkariya kesên herî zêde ji erdehejê bandorê dîtine, divê bijarteyan deynin ber xwe da alîkariyê bikin. Em bi alîkariyê serbilindin û hevkarên me alavên renduristiyê û hewandinê amade dikin. Piştî vê trajediya kambax, em ê desteka xwe ji bo xelkê Afxanistanê dewam bikin.”

Di erdheja li bajarê Hostê di encama erdheja bi pileya 6.1 ê hezar kes can dan û 1.500 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin