PeyamaKurd – Li welatê Afrîkayê li Nîjeryayê ku di wê hewzayê de ti carê aramî çênebûye, bo ser rêxistinên çekdar operasyon hat kirin û di encamê de 48 kes hatin desteserkirin.
Li gor ragihandina berdevkê hêzên polîsên taybet Frank Mba, li dora payîtext Abûjayê bo ser rêxistin û çeteyên çekdar operasyon hat kirin. Li gor ragihandina Mba; gelek çete birîndar reviyane, 65 sîlih û miqdarekî zêde muhîmmat ketine dest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin