Hewlêr | ‘Rewsa pêketiyên nû yên koronayê ji yên berê xerabtir e’

Hewlêr | ‘Rewsa pêketiyên nû yên koronayê ji yên berê xerabtir e’

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ragihand ku 2 nexweşên din yên koronayê li Hewlêrê baş bûne û hejmara kesên baş bûne gihîştiye 217 kesan.

Dr. Dilovan Mihemed got, bi sedema vekirina piranîya cihan karantînekirina tax û cihan ji bo rêgirtina belavbûna vîrusa koronayê ne karekî hêsan e û destnîşan kir, ew kesên niha tûşî vîrusa koronayê dibin, li gor tûşbûyên berê rewşa wan xerabtir e.

Wezareta  Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îro 28ê Gulanê ragihandibû ku 12 kesên li parêzgeha Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine.

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ketine gihîştiye 544 kesan, 5 kesan can daye û 407 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin