PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yê Tirkiyê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 30 kes bi gumana qaçaxiya koçberan dikin hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, tîmên Fermandariya Rihayê li ser zanyariyan bi sedema ku ji “Sûriyê bo Tirkiyê bi pereyan qaçaxiya koçberan tê kirin” dest bi lêkolînan kirin.
Di encama lêkolînan de, hêzên ewlehiyê îro di operasyonekê de li navçeyên Kaniya Xezalan, Serê Kanî û Heranê yên parêzgeha Rihayê, 30 kes bi gumana ku bi pereyan qaçaxiya mirovan dikin, desteser kirin.
Herwiha li gor zanyariyan, piştî îfadeyê 8 gumanbar ji wan hatine berdan û derbarê 22 gumanbarên din jî lêkolîn berdewam in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin