Karwaneke din a jin û zarokên Awustralyayî yên di nav DAISê de hatin vegerandin

Karwaneke din a jin û zarokên Awustralyayî yên di nav DAISê de hatin vegerandin

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, karwaneke din a jin û zarokên Awustralyayî yên di nav DAIŞê de li kampên Rojavayê Kurdistanê diman, radestî dewleta Awûstraliyayê kirin.

Li gor medyaya Awustralyayê diyar kir, roja Pêncşemê 4 jin û 13 zarok ji Kampa Roj a li Heseke ya Rojavayê Kurdistanê hatine derxistin û ji bo Iraqê hatine veguhestin da ku bi balafiran vegerînin welatê wan.

Herwiha di sala 2019an de jî 2 çekdarên DAIŞê yên Awûstaraliyayî hatibûn vegerandin.

Serokwezîrê Awustralyayê Anthony Albanese li ser mijarê eşkere dike, hikûmeta wî her tim kar ji bo parastina Awûstraliyan dike û li gorî rênmayiyên ajansên Parastina Asayişa Nîştimanî ya welatê xwe pêngavan davêje.

Medyayên Awustralya dibêjin, 60 jin û zarokên wan li Kampa Roj hene û hikûmetê nirxandin ji wan re kiriye ku hestiyartirîn kom hatiye cûdakirin ji bo vegerandinê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin