Rûsya wê ragihandina hevkariya bi Tirkiyê re di zîrwa G20an de ragihîne

Rûsya wê ragihandina hevkariya bi Tirkiyê re di zîrwa G20an de ragihîne

PeyamaKurd – Welatên ku li Endonezyayê beşdarî zîrwa G20an dibin, rojeva xwe hêdî hêdî aşkera dikin. Ji Rûsyayê ragihandineka balkêş hat kirin. Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku wê di zîrwê de hevkariya xazê ya bi Tirkiyê re ragihînin. Her weha amadekirina dexl û gubrê, bê bi Tirkiyê re çawa organîze bikin, wê di zîrwê de agahiyan bidin.

Wê serokê Rûsyayê Vladimir Putin tevlî zîrwê nebe û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi heyetekî re tevlî zîrwê bibe. Zaharova li ser avahiya G20an hinek rexneyan kir û got:

“Di şertên heyî de divê girîngiyê bidin diyaloga çandê û wê vejînin. Ji bo geşepêdana xebatên hilberînê, şert bên afirandin û rêyên dîplomatîk bikarbînin.”

Zaharova ragihand ku hilberîneriya G20 an kêm bûye û ji vêya jî welatên Yekîtiya Awrûpayê û Amerîka berpirsin. Zaharova weha dewam kir:

“Temamê van zahmetiyan ji hesabên şaş ên aboriyê û reqabeta nerewa, ji encama hesabên Amerîka û YA yê tên. Ji bo G20 di berjewendiyên wan de polîtîze nebe, em ê statuya aboriyê ya piralî ya rêxistinê xwurt bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin