PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, piştî civîna do ya li Moskowê, naveroka civîna xwe bi daxuyaniyekê eşkere kirin.
Macron di daxuyaniyekê da zanîn, wî di hevdîtina xwe bi serokê Rûsyayê re pêşniyar kir, “garantiyên ewlehiyê” ji bo hemû welatên bi krîza Ukraynayê re têkildar in ava bikin.
Serokê Fransayê diyar kir: “Serok Putîn ji min re piştrast kir, ew amade ye aramî û yekparçeyiya axa Ukraynayê biparêze.”
Beriya niha Serokê Rûsyayê gotibû, bersiva Moskowê ya ji Washington û NATOyê wergirtiye, daxwazên bingehîn ên Moskowê yên derbarê garantiyên ewlehiyê de paşguh kirine.
Putîn jî civînên xwe bi hevtayê xwe yê Fransî Emmanuel Macron re li Kremlînê wek kêrhatî, objektîf û ciddî bi nav kir û got, hin nêrînên Macron dikarin bibin bingehê gavên hevpar.
Putîn destnîşan kir, gelek nêrînên Macron ên derbarê ewlehiya Ewropayê de realîst in û got, piştî Macron bi serokatiya Ukraynayê re hevdîtinê bike, ew ê bi telefonê biaxivin.
Putîn diyar kir, Rûsya wê hemû hewlên xwe bide ji bo ku bi Rojava re li ser dosyaya Ukraynayê "bigihêje rêkeftinan" û got, eger li parzemîna Ewropayê şerek derkeve, tu kes serketî dernakeve.
Di berdewamiyê de Macron eşkere kir, di hevdîtina wî ya ligel Serokê Rûsyayê de, wî xalên lihevhatinê li ser kirîza Ukraynayê dîtin, lê hîn jî nakokî hene.
Her du seroka li hev kirin, piştî serdana Macron ji bo Ukraynayê roja Sêşemê bi dawî bibe, ew ê bi telefonê danûstandinan bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin