PeyamaKurd – Tê payîn ku Çîn û Rûsya piştî tetbîqata hevpar a 4 rojan a ku do li Deryaya Japonyayê temam kirin, dewriyeyên hevpar ên deryayî û hewayî li Okyanûsa Pasîfîk bikin.
Li gorî nûçeya Global Times, Çîn û Rûsya plan dikin ku piştî bidawîbûna tetbîqata hevpar dest bi dewriyeyên hevpar ên deryayî û hewayî bikin.
Fermandeyê tetbîqatê Admiral Çîn Vînşîng got: "Pêşveçû operasyoneke şerê hevpar ê Çîn-Rûsyayê bû di warê ewlekirina rêyên deryayî yên stratejîk û sepandina şiyanên hevbeş ên hêzên deryayî û asmanî yên her du artêşan."
Çîn destnîşan kir, ev tetbîqat ne tenê li bakurê rojhilatê Asyayê îstiqrarê diparêzin, herwiha hevkariya stratejîk a di navbera herdu welatan da jî zêde dike.
Li gor daxuyaniya Artêşa Rizgariya Gel a Çînê (CHKO) bi tetbîqata leşkerî ya ku hêzên deryayî û esmanî yên her du welatan tê de beşdar bûn, perwerdeyên armanckirî bi dawî bûn.
Hêzên deryayî yên CHKOyê diyar kir, tetbîqat ji bo kûrkirina baweriyê, xurtkirina dostaniyê û zêdekirina îmkanan serkeftî bû.
Li gorî daxuyaniya CHKOyê, merasîma bidawîkirina tetbîqatê li ser keştiya şer a “Qiqihar” ku navenda fermandariyê bû, 4 rojan hat lidarxistin.
Pisporan diyar kirin, tetbîqata hevpar a bi navê "Bakur/Têkilî-2023" ku 4 rojan dewam kir, hevkariya leşkerî ya di asta bilind a herdu welatan a li dijî tehdîdên ewlehiyê nîşan da.
Li gorî daxuyaniya Hêza Deryayî ya CHKO, bi bidawîbûna tetbîqata hevpar a "Bakur/Pêwendî-2023" tê plankirin ku hêzên deryayî û hewayî yên Çîn-Rûsyayê dewriyeyên hevpar li Okyanûsa Pasîfîk bikin.
Pispor dibêjin ku dewriyeyên hevbeş ên deryayî û asmanî nîşaneke din a mezinbûna hevkariya stratejîk a navbera Çîn û Rûsyayê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin