PeyamaKurd - Serokê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî bi serokê lîjneya peywendî û diasporaya Kurdistanî re civîneke rojnamevanî li dar xist û tê de got, ew ji bo pirsa penaberên li Lîtwanyayê ligel Wezareta Derve ya Iraqê li ser xetê ne. Dizeyî herwiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ji bo anîna wan penaberan balafirekê bişîne Lîtwanyayê.
Sefîn Dizeyî îro Çarşemê di civîneke rojnemevanî de eşkere kir, pirsa koç û koçberan li gelek komelgehan babeteke zeq a berbiçav e û mixabin ev bûye babeteke bazirganiya mirovan li seranserî cihanê.
Herwiha Sefîn Dizeyî diyar kir, mixabin li Herêma Kurdistanê xelk ji ber her sedemekê dema seferê dikin serî li rêya penaberiyê didin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare rê li ber seferên xelkê bigire lewre ew mafekî mirovî ye.
Sefîn Dizeyî da zanîn, hin hemwelatiyên kurd ê serî li penaberiyê didin dikevin destê bazirganên mirovî û mafyager û qaçaxçiyan.
Dizeyî behsa wan hemwelatiyên kurd yên li sînorî Lîtwanya asê mane kir û got, ji ber kêşeya siyasî ya di navbera Rûsya û Yekîtiya Ewropayê de seferên asmanî û deriyên sînorî li Lîtwanyayê hatine girtin û penaberên kurd jî li wir asê mane û derbarê rewşa penaberên kurd de wî beriya bi çend rojan bi Wezîrê Derve yê Lîtwanyayê re qise kiriye û nîgeraniya xwe aniye ziman.
Herwiha Sefîn Dizeyî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê jî kir ku balafirekê bişîne Lîtwanyayê ji bo çareserkirin û anîna wan hemwelatiyên kurd û Iraqî.
Sefîn Dizeyî got: “Heger bigihê wexta sermayê wê rewşa penaberan xirabtir bibe û em li ser wlê yekê difikirin ku çarenûsa wan yekalî bikin û ew ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên li ser xetê ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin