Ji ber kustina yekî 9 kesan sandin zîndanê

Ji ber kustina yekî 9 kesan sandin zîndanê

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekirê li navça Reza li taxa Mewlana Xalidê, di 29 cotmehê de, di encama pevçûna navbera du grûban de ku bi çekan lihev xistibûn û kesê bi navê B.K (17) hatibû kuştin, li ser bûyerê hêzên asayîşa Diyarbekirê xebatê dan destpêkirin.

Hêzên asayîşê kamerayên ciyên taybet û dewletê ji kamerayên 70 ciyan dan hev û li dîmenên 240 sietan nihêrtin. Hêzên asayîşê operasyon kirin û di operasyonan de kesên bi navên M.D. (21), D.H. (17), A.I. (21), T.A. (18), E.K. (15), Y.C. (15), M.S.Y. (16) û B.A. xistin bin çav. Tîmên polîsan îfadeyên gumanbaran sitendin û li qeydiyên kamerayan nihêrtin. Li gor delîlan; bi sedema ku bi qesdî mêr kuştiye, li navça Bismilê kesê bi navê C.F.(26) xistin bin çav.

Piştî îfadeyên gumanbaran li asayîşê hatin girtin wan birin dadgehê û dadgeh her 9 gumanbaran şand zîndanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin