2 mîn bi kolberên Kurd de teqiyan: 4 kolber birîndar bûn

2 mîn bi kolberên Kurd de teqiyan: 4 kolber birîndar bûn

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de, di du bûyerên cuda de mîn li ser rêya kolberan teqiyane û 4 kolber birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku bûyera yekem êvara roja Duşemê 21ê Sibatê li sînorê qezaya Bane ya parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, li devera sînorî ya Hengejal rû daye û 3 kolberên Kurd birîndar bûne.

Hengaw nasnameya sê kolberên Kurd eşkere kiriye; “Di bûyerê de Fuad Beytûşî (24 salî), Kiyanûş Reûfî (24 salî) û Amanc birîndar bûne” û hersê kes “xelkê qezaya Serdeştê” ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve ne.”

Kolberên birîndar ji lingên xwe ve birîndar bûne û ji bo navendên dermankirinê yên qezaya Baneyê hatine veguhastin.

Hman rojê li sînorê qezaya Newsûd a parêzgeha Kirmaşanê jî mînek li ser rêya kolberan teqiyaye ku di teqînê de kolberekî din birîndar bûye.

Navê wî kolber, Erkan Mehmûdî yê 25 salî ye,

Hengawê eşkere kiriye ku ji destpêka îsal ve herî kêm 6 kolber li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna mînan birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin