Le Monde diplomatique kurdî car din dest bi wesanê dike!

Le Monde diplomatique kurdî car din dest bi wesanê dike!

PeyamaKurd - Rojnameger Yado Ciwan ragihand ku Le Monde Diplomatique Kurdî car din dest bi weşanê xwe dike. Le Monde diplomatique Kurdî, dê analîzên li ser bûyerên seranserî dinyayê bigihîjîne xwendevanên Kurdî.

Yek ji edîtorê berê yê rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî Yado Ciwan ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser facebookê  daxuyaniya Koma Medyaya Serbixwe ya Kurdî (IKMG) belav kir û tê da ragihand wê Le Monde Diplomatique Kurdî wê dest bi weşana xwe bike.

Di daxuyaniya IKMGyê de wiha hatiye gotin: “Di pêvajoya IKMGê de, Le Monde diplomatique Kurdî, 30 hejmarên çapkirî derxistibû, dûre ji ber boneyên pratîk derbasî weşana online bûbû û heta hejmara 48em berdewam kiribû. Niha jî dê wekî organek 'Rûpel Media'yê ji xwendevanên kurdî re bêje merheba. Le Monde diplomatique kurdî, ji bilî Weşanxaneya Rûpelê û Pelrecordsê, dê wekî berhemeke din ya 'Rûpel Media'yê weşana xwe bidomîne.

Rêveberîya 'Rûpel Media'yê û lijneya şêwirmend ya rojnameyê, pêwîstî dît ku ji nû ve berdewamî li weşana xwe bike. Di vê çarçoveyê de û li gor çavdêrîyên me; hewcedarîya xwendekar, akademîsyen, nivîskar û rewşenbîrên ku bi zimanê kurdî didin û dîstînin bi wê yekê heye ku, bi zimanê xwe bikaribin bixwînin ka gelo li cîhanê çi diqewime û jê agahdar bibin. Em di wê bawerîyê de ne ku, dê ji bo nifşa nû ya xwendevanên kurdî jî bibe xizmet û platformeke hêja û valahîyekê dagire.”

Le Monde diplomatique kurdî dê weşana xwe bi awayekî online bidomîne

Di berdewamiya daxuyaniyê jî da hatiye aşkerekirin Le Monde diplomatique kurdî, dê di serdema nû de weşana xwe tenê bi awayeke online bidomîne û bi rêya abonetîya dîjîtal dê xwendevan bikaribin jê sûd werbigirin. Tevî malperên xwe yên Twitter û Facebookê, dê hewil bide ku bi rêya medyaya sosyal jî xwendevanên xwe agahdar bike.

Herwiha Le Monde diplomatique Kurdî, dê di demeka kin de cardin di nava çapemenîya kurdî de cihê xwe bigire. Le Monde diplomatique kurdî, dê di demeka kin de analîzên li ser bûyerên seranserî dinyayê bigihîjîne xwendevanên kurdî.”

Le Monde diplomatique Kurdî, dê di heman demê de bi gotarên redaksîyona kurdî analîzên li ser bûyerên Kurdîstanê bigihîjîne xwendevanên Le Monde diplomatique ya navneteweyî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin