PeyamaKurd - Papayê Vatîkanê Papa Francis di yekem peyama xwe ya li Bexdayê de got, “Êzidî qurbaniyên bêguneh ên terorê bûn ku ji ber bîr û baweriyên xwe yên ayinî bûne qurbanî.”
Papa bal kişand ser, bi hezarên salan e ku Iraq bi cûrbecûrîya xwe ya dînî tê naskirin û got, “Min ligel xwe aştî aniye. Divê pêkhateyên li Iraqê bi aştiyane bi hev re bijîn.”
Papa Francis bibîr xist ku ew dikarin cîhaneke dadwerî raberî nifşên xwe yên dahatûyê an bikin û ji bo qurbaniyên terorê ev peyam da: “Kes û karên ku ji ber terorê dost û hevalên xwe ji dest dane li bîra xwe tînim.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin