PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi daxuyaniyekê da zanîn, Rûsya li Ukrayna tawanên şer kirine.
Antony Blinken di daxuyaniya xwe ya nivîskî de eşkere kir, bi nirxandina nûçeyên pêbawer ew gihîştine wê encamê.
Blinken eşkere kir, hêzên Rûsya bi qestî êrîş birine ser sîvîlan û got: “Hêzên Rûsya êrîş birin ser avahî, dibistan, nexweşxane, binesaziya krîtîk, maşîneyên sîvîl, mol û ambulansan, bi hezaran sîvîl kuştin û birîndar kirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin