PeyamaKurd – Şevê din di avahiyeke 25 qatî ya li navenda bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê şewat derket.
Hat zanîn ku agir bi daîreya qata 20an a avahiya bi navê A Plus ketiye û kesekî ji ber duxanê bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye. Herwiha şewatê bandor li 50 kesên din jî kiriye û 14 kesên birîndar bûne jî bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.
Piştî destwerdana tîmên hawarçûnê agir hatiye kontrolkirin û 14 kesên birîndar bûbûn bo nexweşxaneyên bajêr hatin veguhestin.
Derbarê sedema şewatê de, ti agahî nehatin belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin