Erdogan ji bo danûstendinên Rûsya û Ukraynayê: Hemû cîhan li benda nûçeya mizgîniyê û xêrê ye

Erdogan ji bo danûstendinên Rûsya û Ukraynayê: Hemû cîhan li benda nûçeya mizgîniyê û xêrê ye

PeyamaKurd Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di destpêka civîna danûstendinên di navbera şandên Rûsya û Ukraynayê de axivî û da zanîn: “Dirêjkirina pevçûnan ne di berjewendiya tu kesî de ye. Hemû cîhan li benda nûçeya mizgîniyê û xêrê ye ji we.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li Dolmabahçeyê di vekirina civîna danûstendinan ya di navbera Rûsya û Ukraynayê de axivî û got: "Em wek welatekî ku li herêma xwe bûye şahidê gelek êş û azaran, me xebat û hewl da ku li bakurê Derya Reş dîmeneke bi vî rengî çênebe."

Di berdewamiya axaftina xwe de Erdogan eşkere kir: “Me helwesteke ku mafê her du aliyan diparêze pêşkêş kir. Hêviyên me yên aştiyê geş bûn. Em di wê baweriyê de ne ku wê wendakerên aştiyeke adîl tunebin. Em ji berpirsyariya aştî û aramiyê narevin. Dirêjkirina pevçûnan ne di berjewendiya tu kesî de ye. Hemû cîhan li benda nûçeya mizgîniyê û xêrê ye ji we. Em helwesteke ku mafê her du aliyan diparêze pêşkêş dikin.”

Erdogan destnîşan kir, ji bo duyemîn civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Tirkiye-Ozbekistanê wê bi serdaneke fermî biçe Ozbekistanê û got: “Piştî vê axaftina xwe ez diçim Taşkentê. Lê belê ez wezîrê xwe yê derve li Stenbolê dihêlim da ku ger pêwîstiya we hebe, desteka pêwîst bide we.

Herî dawî got, ez dizanim ku hûn ê ji bo ji nû ve avakirina aştiyê ji wergirtina însiyatifê nerevin. Di danûstandinan de rola me ya navbeynkariyê tune. Pêşkeftina ku hûn ê di danûstandinan de bi dest bixin wê qonaxa pêş de jî, têkiliya di asta lîderan de mumkun bike. Em jî ji bo mazûvaniya civîneke wiha amade ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin