PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Herêma Kurdistanê hilberîna hêk û mirîşkan gihîştiye asta têra xwe bike û amadekariyên hinardekirina derve têne kirin.
Hate diyarkirin ku Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê, piştî hinardekirina derve ya petat, hingiv û hinarên Kurdistanê amadekariya şandina hêk û mirişkên Kurdistanê dike.
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê Hêmin Seyid Murad li ser mijarê gotiye, “Niha hilberîna me ya mirîşkan ji asta têra xwe zêdetir e. Me pêdiviyên xwe yên navxweyî dagirtiye û pêwîstî bi hinardekirinê heye. Ji ber wê, niha em hewl didin hêk û goştê mirîşkan hinardeyî welatên derve bikin.”
Hêjayî gotinê ye, li ser mijarê komîteyeke ji Îmaratê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û di demeke nêzîk de tê çaverêkirin berhemên Herêma Kurdistanê bo welatên Kendavê bên hinardekirin. Herî dawî doh 29ê Mijdarê 2 ton hingivê Kurdistanê bo welatê Qeterê hatibû hinardekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin