PeyamaKurd – Tirkiye endamtiya Îsveçê ya NATOyê qebûl kir lê Tirkiye di mijara nûjenkirina balafirên F-16an de bende bû ku pêvajo biqede. Di mijarê de wezareta karên derve ya Amerîkayê daxwuyanî da û got:
“Em destekê didin nûjenkirina filoya F-16an ya Tirkiyê. Lê em qebûl dikin ku di mijarê de, kongre rola xwe ya bingehîn heye.”
Wezaretê ragihand ku Amerîka erêkirina endamtiya Îsveçê ya NATOyê ya Tirkiyê bi rizamendî pêşwaziyê dike. Lê pêvajo hêj neqediya ye. Bende ne ku Macaristan pêngavê bavêje. Wezareta karên derve ya Amerîkayê got:
“Rêvebiriya Biden destekê dide nûjenkirina filoya F-16an ya Tirkiyê lê rola kongrê ya bingehîn heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin