Serokwezîr Barzanî li ser lehiya Hewlêrê peyamek belav kir...

Serokwezîr Barzanî li ser lehiya Hewlêrê peyamek belav kir...

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, derbarê bobelata lehiyê ya li Hewlêrê û ziyanên welatiyan de peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabiniyeke mezin, ji ber barana xurt û bihêz a şeva borî û îro sibê, lehî li çend gund û navçeyên bajarê hewlêrê rabû, di encamê de hejmarek ji welatiyan canê xwe ji dest dan û ziyaneke madî ya mezin jî derketin.”

Serokwezîr Mesrûr Baranî diyar kir: “Pirse û sersaxiya xwe ya kûr li malbat û kesûkarên wan dikim û hevxemê wan im. Xwedêyê mezin giyanê wan bixe ber dilovaniya xwe.”

Mesrur Barzanî got: “Me dezgehên pêwendîdar raspardine ku bilez bi hawara kesên ku ziyan gihîştinê biçin û her çi pêwîst be ji bo hevkariyan wan û dabînkirina pêwîstiyên wan bikin.”

Serok Barzanî bo parêzgarê Hewlêrê: Çi pêwîst be di zûtirin demê de bikin

Rewşa dawî ya ziyanên lehiya Hewlêrê: Hejmara miriyan...

Nêçîrvan Barzanî ji bo bobelata lehiya Hewlêrê: Çi pêwîst be bikin

Serokwezîr: Me dezgehên pêwendîdar erkdar kirine...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin