YEyê bang li rejîma Sûriyê û hevalbendên wê kir: Rawestînin!

YEyê bang li rejîma Sûriyê û hevalbendên wê kir: Rawestînin!

PeyamaKurd - Yekîtîya Ewropayê (YE) bang li rêjîma Sûriyê û hevalbendên wê kir ku êrîşên ser sivîlan ên li Idlibê rawestîne ku dibin sedema krîza mirovî û terka malên xwe didin.

Wezîrê Derve yê YEyê Josep Borrell, bi daxuyaniyekê da xuyakirin ku divê tundûtijîya ji aliyê hêzên rêjîmê ve li bakurê rojavayê Sûriye tê kirin raweste ku sivîl dibin qurbanî.

Borrell got, divê hemû aliyên şerker sivîlan biparêzin û rêzê li yasayên navnetewî bigirin û daxwaza vekirina riyan ji bo gihandina alikarîyên mirovî ji nêzîkî 3 milyon penaberên Idlibê re kir.

Wezîrê YEyê herwiha eşkere kir ku Ewropa ji hebûna komên radîkal ên li Idlibê agahdar e, lê nabe ev bibe behaneya ku xelkê sivîl were armanckirin.

Ji ber êrîşên rejîmê û balafirên Rûsyayê bi ser Idlibê de ku ji roja 19ê Kanûnê ve berdewam dikin, heta niha li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî (NY) zêdetirî 235 hezar kes koçber bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin