Li Iraqê 96 bîrên nû yên petrolê têne kolandin

Li Iraqê 96 bîrên nû yên petrolê têne kolandin

PeyamaKurd - Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku girêbestek ji bo kolandina 96 bîrên nû yên petrolê li kêlgeha “Qurna 1” li başûrê welat hatiye îmzekirin.

Wezareta Petrolê ya Iraqê diyar kiriye, Wezîrê Petrolê Îhsan Ebdulcebar serperiştiya îmzekirina girêbesta kolandina bîrên petrolê di navbera kompanyaya Petrola Besra ya bi ser wezaretê ve û serperiştiyarê kompanyaya ExxonMobil ji alîyekî ve û kompanyaya Schlumberger International kiriye.

Wezareta Petrolê da xuyakirin, girêbest dê pênc salan bidome û rojane 200 hezar bermîl petrol li hilberîna wê kêlgehê zêde bike û 600 derfetên kar ji xelkê deverê re dabîn bike.

Birîkarê Wezareta Petrolê Kerîm Hattab jî diyar kir, rêjeya hilberîna niha ya li wê kêlgehê rojane 380 hezar permîl e, karîna wê kêlgehê rojane zêdetirî 500 hezar bermîl e û hilberîna gazê jî 150 milyon metro sêcar e.

Kêlgeha Qurne 1 yek ji kêlgeha herî mezin a petrolê ya li başûrê parêzgeha Besrayê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin