Jinên Afxanîstanê, bertek nîsanî wê qedexeyê da

Jinên Afxanîstanê, bertek nîsanî wê qedexeyê da

PeyamaKurd- Piştî hikûmeta Talîbanê serdana jinan a parkan bi hinceta ku ‘li gorî rêzikên ji bo cil û bergan hatine danîn tevnagerin’ qedexe kir; jinên Afxan xwepêşandaneke nerazîbûnê li dar xist.

Qedexeya ku Talîbanê ji bo çûyîna jinan a Parka Niştimanî ya Band-e-Amir a li navçeya Bamiyan danî, li ser hinceta "di nav parkê de ne pabendî rêgezên perdeyê ne" ragihandibû.

Li ser vê yekê Wezîrê 'Pêşvebirina fezîlet û nehiştina bêexlaqê' Mihemed Xalid Henefî axivî û got, “Jin li parkê rêzikên cil û bergan bi cih naynin.”

Henefî ji rayedarên olî û hêzên ewlehiyê xwest ku heta çareseriyek neyê dîtin, ketina parkê ji bo jinan qedexe bikin.

Band-e-Amir ku di sala 2009an de bû yekem parka neteweyî ya Afxanîstanê, yek ji navendên geştiyariyê yên welêt e. Park di nav malbatan de jî gelek navdar e. 

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) parkê wekî 'herêmek golên xwezayî yên ku avahiyeke jeolojîkî ya taybet û bedewiya xwezayî û bêhempa ye' pênase dike.

Li gorî ajansa nûçeyan a Tolo ya Afganîstanê, Henefî got ku "ne mecbûrî" ye ku mirov li parkê bimeşe. Oldarên Bamiyan îdia kirin ku jinên ku serdana parkê dikin û rêgez binpê dikin, ne serdêrên herêmê ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin